Balafirên şer ên Rûsî êrîşên ser Idlib û gundewarê wê îro Sêşemê berdewam dikin û bi dehan kuştî birîndar li dûv xwe dihêlin.
Çalakvanan ji herêmê ragihandin, ku devera ’’Sûq El Hal’’ ya bajarokê Me’eret Misrîn li gundewarê Idlibê yê rojava rastî 3 êrîşan ji hêla balafirên Rûsî ve hat û di encamê de, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bêhtir ji 20 ên din jî birîndar bûn, rewşa hinan ji wan giran e.
Balafirên Rûsî bajarê Cisir El Şixûr jî bi êrîşan armanc kir, û li gorî jêderên xwecihî, 6 welatî di encamê de birîndar bûn û hin dikan şewitîn.
التعليقات (0)