Di daxuyaniya xwe de, wezareta rêjîmê got ku, şerê li dijî terorê li ser xaka Sûrî divê ligel hikûmet û artêş ên Sûrî bête hevrêzkirin.
Wezareta rêjîmê 2 peyam ji sekreterê Netewên Yekbûyî (NYê) û serokatiya Encûmena Ewlehiyê re şandin, tê de amaje bi êrîşên asîmanî yên balafirên Tirkî li ser hin gundên derdora bajarê Cerablusê kir û di encama wan êrîşan de hejmarek ji sivîlan hatin kuştin, jibilî ziyanên mezin ên ku li avahî û semiyan ên taybet û giştî hatin kirin.
Heman peyaman tekez kirin ku, destêwerdan, destdirêjahî û komkujî yên ji hêla Tirkiyê ve li ser xaka Sûrî hatin kirin digihîjine asta tawanên cengê û ji hêla yasayî ve qet nayên pejirandin, û ji civaka navwelatî daxwaza fişarê li ser rêjîma Tirkî kir û got ku, ew şanoya derbasbûna Cerablusê tê wateya ku Enqera ligel rêxistina DAIŞê û hin grûpên terorîst hevkar e.
التعليقات (0)