Rêkeftineke Amerîkî-Rûsî bo êrîşekê li dijî rikberiya Sûrî li Helebê

Rêkeftineke Amerîkî-Rûsî bo êrîşekê li dijî rikberiya Sûrî li Helebê
Jêderine çapemenî yên Rûsî ragihandin ku, gotûbêj di navbera Mosko û Waşintonê de hene libarê pêkanîna êrîşeke hevbeş li dijî rikberiya Sûrî ya çekdar li bajarê Helebê di meha Îlona bê de.

Ajansa ”Interfax” a Rûsî li ser zarê jêderekî ji Cinêvê, cihê ku gotûbêjên Amerîkî-Rûsî lidar in got ku, herdu welat derfetên pêkanîna êrîşa hevbeş li dijî çekdaran li Helebê plan dikin, û dê di Îlona bê de ji sivîlên bajêr daxwaza derketinê bikin da operasyona leşkerî destpê bikin.

Ji hêla xwe ve, serokê Rûsî Viladimyêr Pûtîn ligel endamên encûmena neteweyî civiya û encamên hevdîtina herdu wezîrên derve, Sêrgî Lavrov û Jon Kêrî libarê Sûriyê gotûbêj kirin.

Berdevkê Krêmlînê Dîmîtrî Pîskov di kongirekî çapemenî de got ku, jibilî mijara krîza Sûrî û peywendiyên Amerîka û Rûsyayê libarê wê, hin mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, wezîrê derve yê Rûsî Lavrov piştî hevdîtina wî ligel hemkarê xwe Jon Kêrî roja Îna bihurî gotibû ku, Mosko û Waşinton gelekî nêzî hevdu bûne libarê sazkirina rêkeftinekê bo krîza Sûrî.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات