Xeleka’’Jinên Aştiyê’’ li bajarê Amûdê ligel amadebûna hejmarek parêzer, kesayetên olî, mamoste û nûnerên saziyên civaka sivîl rûniştinek roja Yekşemê organîze kirin û tê de mijara rola jinê di malbatê de, gotûbêj kirin.
Îman Seyda yek ji çalakvanên ’’Jinên Aştiyê’’ li Amûdê, derbarê çalakiyê got: "Her hefteyê rûniştineke me li ser haman mijarê tê organîzekirin, jiber ku mafên jinê bi awayekî hatiye çewisandin. Em jî dixwazin mafên wê lê vegerînin".
التعليقات (0)