Îro Duşemê karewanekî alîkariyên mirovahî, ku ji 18 kamyonan pêk tê û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Sûrî ve hatiye organîzekirin gihişte gundewarê Himsê yê bakur.
Jêderên xwecihî ragihandin, ku 18 kamyonên bi zembîlên xwarinê, ard û pêdiviyên bijîşkî barkirî gihane deverê. 7 ji wan derbasî bajarokê El Dar El Kebîra yê gundewarê Himsê yê bakur bûn û yên din jî berê xwe dane bajarokên Xento, Tîrme’la, Meheta, Sinîsil û Cewalak.
التعليقات (0)