Tirkiyê: Ta ew vekişin rojhilatî Feratê, em ê armanckirina Kurdan berdewam bikin

Tirkiyê: Ta ew vekişin rojhilatî Feratê, em ê armanckirina Kurdan berdewam bikin

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşolgu îro Duşemê ragihand, ku ta hêzên Kurdî li rojavayê Feratê bin, ew ê di armanckirina wan de berdewam bin.

Çawîşohlu di roja şeşemîn a destêwerdanan Tirkiyê di Sûriyê de, di konfrasekî çapemeniyê de got:’’ Hem Yekîneyên Parastina Gel YPGê û hem jî Amerîkayê gotibûn, ku ew hêz dê herin rojhilatî Feratê, lê madem wan ev yek pêk neanîne, ew ê ji me re bimînin armanc’’.

Wezîrê Tirk ji aliyekî din ve, hêzên Kurdî bi pêkanîna ’’paqijkirina nijadî’’ li Sûriyê tawanbar kirin û got:’’ YPGê her kesî, di nav de Kurdên ku ramanên wan cudan e, neçarî koçberbûnê dikin û bi vê yekê ew şerekî ’’ paqijkirina nijadî’’ pêk tînin’’.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات