Wezareta berevaniyê ya Amerîkî Pentagon dilgiraniya xwe li ser şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPGê û Artêşa Tirkiyê de li derdora Cerablusê diyar kir.
Berdevkê Pentagon Pîter Kok ragihand ku şerê di navbera YPGê û Artêşa Tirkiyê de li herêmên derdora Cerablusê jibo rayedarên Amerîkayê cihê nerazîbûnê û dilgiraniyê ye.
Kok di kongireyeke çapemeniyê de,got ku pêwîst e hemû aliyên têkildar di şerê Cerablusê de pevçûnan bidin rawestandin û di zûtirîn dem de rewş asayî bibe û tekez kir, ku şerê YPGê û Artêşa Tirkiyê dê bihêle rêxistina DAIŞê careke din xwe bihêz bike û navçeyên ji dest çûne vegerîne.
التعليقات (0)