ENKSê: Tirkiyê ligel rêjîma Sûrî hevrêziyê dika da herêmeke Kurdî çê nebe

ENKSê: Tirkiyê ligel rêjîma Sûrî hevrêziyê dika da herêmeke Kurdî çê nebe
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) helwesta xwe derbarê destêwerdana Tirkiyê di Sûriyê de diyar kir û doz kir ku bila hemu hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin.

Piştî çend rojan ji destêwerdana Tirkiyê di Cerablusê de, serkirdayetiya giştî ya ENKSê û di rêya daxuyaniyekê ragihand ku, rêjîma Beşar El-Esed zemîna Sûriyê kiriye qadek ji destêwerdanên navnetewî re, û ya dawî destêwerdana leşkerî ya Tirkiyê di Cerablusê de.

ENKSê eşker kir ku Tirkiyê da nehêle herêmeke Kurdî li bakurê Sûriyê ava bibe, têkiliyên xwe bi Rûsya, Îran û ta rêjîma Esed re jî vegerandine.

Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê doz ji hemu hêzên biyanî kir ku ji zemîna Sûriyê der bikevin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات