Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) hejmareke hejmarek ji şervanên xwe ligel çekên giran şandin bajarê Minbicê.
Li gorî zaneyariyên berdest, YPGê doh ji herêmên Kobaniyê û Til Ebyedê gelek çek, cebilxane û amûr ên leşkerî ligel hejmarek ji şervanan şandin bajarê Minbicê, piştî daxuiyaniya Artêşa Azad ku tê de ragihandibû, armanca wê piştî kontrokirina bajarê Cerablusê ew e ku Minbicê ji dest Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) der bixînin.
Ji aliyekî din ve, hate ragihandin ku berpirsekî lîwayê Sultan Murad ê bi ser rikberiya Sûrî ve ji ajansa REUTERS re diyar kiriye ku YPGê û Hêzên Sûriya Demokratîk li hember pêşketinên wan , çeperên xwe li derdora bajarê Minbicê bihêztir dikin.
التعليقات (0)