Gundewarê Cerablusê: Encûmena bajêr berevaniyê di ber destêwerdana Tirkiyê de dike

Gundewarê Cerablusê: Encûmena bajêr berevaniyê di ber destêwerdana Tirkiyê de dike

Li başûrê Cerablusê pevçûnên tund di navbera hêzên Encûmena Cerablusê ya Leşkerî û artêşa azad de bi piştgiriya Tirkiyê ji doh danê êvarî ve diqewimin. 

Jêderên leşkerî ji başûrê Cerablusê ragihandin, ku hêj pevçûn li gundên Emarinê, Dabis û Qerix Mexar diqewimin ,û amaje kirin ku artêşa Tirkiyê ji aliyê xwe ve heman gundan topbaran dike. Di heman demê de rewengeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand, ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê bi ser gundê Ceb El Kûsa de hejmara pekrewanên sivîl gihişte 70 kesî. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات