Desteya têkiliyên derve ya Kantona Cizîrê destêwerdana Tirkiyê şermezar dike

Desteya têkiliyên derve ya Kantona Cizîrê destêwerdana Tirkiyê şermezar dike
Desteya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê daxuyaniyek belav kir, tê de destêwerdana Tirkiyê di Cerablusê de şermezar kir û nerazîbûna xwe ji bêdengiya Amerîkî derbarê kiryarên artêşa Tirkî diyar kir.

Di daxuyaniya desteyê de hat ku, piştî derbasbûna 500 salî li ser dagirkirina Osmaniyan ji xaka Sûrî re, û piştî çend rojan ji rizgarkirina Minbicê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) ve, bi bihaneya şerê li dijî terorê Tirkî derbasî Cerablusê bû û bi hevrêziyekê ligel rêjîmên Îranî û Sûrî û armanca wê ya serke şerê Kurdan e û têkbirina projeya wan a demokratîk.

Heman daxuyanî amaje kir ku, destêwerdana Tirkî bi hevrêziyekê ligel hin berên teorîst û bi rêkeftineke eşkere bi rêxistina DAIŞê re çê bû, di dema ku HSDê paqijkirina herêmê bitevahî ji terorîstan bidawî dikir.

Desteya têkiliyên derve nerazîbûna xwe ji bêdengiya Amerîkî eşker kir û got ku, helwesta Waşintonê cihê gumanbariyê ye bitaybetî ku ew hevkara HSDê di şerê li dijî terorê de ye, û piştî komkujiya balafirên Tirkî derheqê sivîlên gundê Bîr Kûsayê de.

Di dawiya daxuyaniyê de, desteya têkiliyan ji civaka navwelatî, encûmena ewlehiyê, Netewên Yekbûyî, komkara Erebî û hemû rêxistinên yasayî daxwaz kir ku bi erkê xwe libarê binpêkirina Tirkiyê ji mafên miletê Sûrî re rabin, herweha doza yekrêziya hemû pêkhateyên Sûrî di rûyê dagirkirina Tirkî de rawestin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات