Çekdarên rikberiyê gefan li Minbic û Kobaniyê dixin

Çekdarên rikberiyê gefan li Minbic û Kobaniyê dixin
Hejmarek mezin ji çekdarên îslamî û yên berên rikberiyê di karwanekî leşkerî de berê xwe dane bajarê Cerablusê da di şerê li dijî şervanên encûmena bajêr de beşdar bibin, û li gorî vîdyoyekê, wan çekdaran gef li hêzên Kurdî kirin ku ew ê Minbic û Kobaniyê ji destên wan der bixin û navê Kobaniyê weke "Eyn El-Îslam" anîn ser zimanê xwe.

Di vîdyoyê de çekdarên Feyleq El-Şam ligel bi dehan ji tirimbêlên leşkerî diyar bûn û gef li hêzên Kurdî kirin û weke "mîlîşyeyên Salih Mislim" wan bi nav kirin, herweha yek ji wan çekdaran got ku, ew ê şer bikin ta bigihîjine "Eyn El-Îslam" weke amajeyekê li ser Kobaniyê, û tê zanîn ku ev nav rêxistina DAIŞê li bajêr kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku, berên rikberiyê bi piştgiriya top û firoke yên Tirkî di 24ê vê mehê de derbasî Cerablusê bûn û di çend demjimêran de bajêr kontrol kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات