Ceyş El-Siwar: Em nahêlin ku Tirkiyê nêzî deverên ji DAIŞê rizgarkî bibe

Ceyş El-Siwar: Em nahêlin ku Tirkiyê nêzî deverên ji DAIŞê rizgarkî bibe
Fermandariya giştî ya Ceyş El-Siwar ragihand ku, ew derbarê destdirêjahiyên berên rikberiya Sûrî bi piştgiriya artêşa Tirkî li ser bargehên hêzên encûmena Cerablusê ya leşkerî bêdeng û dest girêdayî namîne û got ku, ew rê nadin ti kesî da nêzî deverên ji rêxistina DAIŞê rizgarkirî bibin.

Di daxuyaniya xwe de, Ceyş El-Siwar amaje kir ku, gundên derdora bajarê Cerablusê ji hêla balafirên Tirkî ve têtin armanckirin, û li wan deveran hêzên encûmena Cerablusê û Lîwayên wan hene, û ji wir şerê rêxistina DAIŞê dikin.

Heman daxuyanî ji fermandariya Hevpeymana Navwelatî bi serkêşiya Amerîkayê daxwaz kir da rewşa topbaranê li ser gundên rizgarkirî li gundewarê Cerablusê zelal bike, bitaybetî ku gelek sivîl bûne qurbaniyên êrîşên artêşa Tirkiyê.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, fermandariya Ceyş El-Siwar tekez kir ku, ew derbarê destdirêjahiyên berên rikberiyê (Feyleq El-Şam, Ehrar El-Şam û El-Nusra) dest girêdayî namînin û dê bersivê bidin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات