Li gorî jêderine meydanî ji derdora Cerablusê, 20 sivîlî di encama topbarana Tirkî jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 50 yên din birîndar bûn, herweha 4 şervan ji encûmena Cerablusê ya leşkerî bûne şehîdên êrîşên artêşa Tirkiyê.
Heman jêderan diyar kirin ku, pevçûnên tund di navbera şervanên encûmena Cerablusê ji aliyekî û çekdarên berên rikberiya Sûrî ligel leşkerên hêzên taybet ên Tirkî ji aliyekî din ve li gundê Emarinê (8 km li başûrê bajêr) qewimîn, û hêzên êrîşker di kontrolkirina gund de têk çûn, û şervanên Cerablusê 3 tangên Tirkî têkşikandin û hejmarek ji leşkeran hatin kuştin.
Ji hêleke din ve û li gorî rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, balafirên Tirkî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) û encûmena Minbicê ya leşkerî de li bakurê Minbicê topbarandin û hejmarek ji birîndaran di nava refên sivîlan de li pey xwe hiştin.
التعليقات (0)