YPGê: Êrîşên Tirkiyê li ser Rojava-Bakurê Sûriyê bêhtir bûne

YPGê: Êrîşên Tirkiyê li ser Rojava-Bakurê Sûriyê bêhtir bûne
Navenda çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) bi daxuyaniyekê ragihand ku, çekdarên rêxistina DAIŞê li dirêjahiya 3 rojan êrîşî bargehên wan li başûrê bajarê Şedadî kirin, û şervanên wan hemû êrîşên rêxistinê pûç kirin, herweha got ku, artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser deverên Rojava bêhtir kirine.

Di daxuyaniyê de hat ku, di encama êrîşên DAIŞê de li başûrê Şedadî, 108 çete hatin kuştin termên 71 ji wan di destê YPGê de ne, û 8 tirimêblên wan hatin têkşikandin, 6 ji wan ên bombekirî bûn, herweha 10 şervan ji yekîneyên wan jiyana xwe ji dest dan.

Ji hêleke din ve û li gorî daxuyaniyê, êrîşên artêşa Tirkî li ser gelek deveran li deverên Rojava-Bakurê Sûriyê bêhtir bûne, bitaybetî di dema dawiyê de li Kantona Kobaniyê ku gundê Yabsê bi çekên giran di şeva 26ê vê meha Tebaxê de hate armanckirin, herweha li Efrînê jî bargehên YPGê li navçeya Racoyê bûn armanca agirê artêşa Tirkî.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات