Hewldanên Amerîkî-Rûsî yên hevkariya li Sûriyê biser neketin

Hewldanên Amerîkî-Rûsî yên hevkariya li Sûriyê biser neketin

Herdû wezîrên derve yê Amerîkî Con Kêrî û yê Rûsî Sêrgêy Lavrov, bi armanca bidesxistina hevpeymaneke hevkariyê jibo rawestandina şer li Sûriyê doh Înê li Cinêvê civiyabûn, lê danûstandinên wan bê encam derketin.

Serokwzîrên herdû welatan di konfranseke çapemeniyê de, piştî 9 demjimêran ji danûstandinan gotin, ku 2 tîmên ji herdû aliyan dê hûrgiliyên mijarê di rojên pêş de gotûbêj bikin.

Kêrî diyar kir, ku wan piraniya xalên lihevkirina Sibatê jinûve gotûbêj kirin û weha got:’’ Em lihevkirineke bo lihevkirinê naxwazin. Em rêkeftineke rasteqîn dixwazin, ku sûdê li gelê Sûrî bike û aramiyê vegerîne deverê’’.

Gotûbêjên aniha bêhtir li ser xala cudakirina grûpên rikber ji yên tundrew dirawestin. Li vê barê Lavrov got:’’Divê em grûpên, ku beşek in ji rêkeftina agirbestê bi şêweyekî tekûz nas bikin’’.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات