Ajansa Fran Press ragihand, ku Tikriyî 6 tankên din îro Şemiyê şandine bakurê Sûriyê û got, ku berên rikberiyê bajarê Cerablusê ji mayinên DAIŞê paqij dikin.
Tankên Tirkiyê li gorî heman jîderî îro di rêya gundê Kirkmîşê derbasî xaka Sûriyê bûn û li gorî rojnameya ’’Hurriyet’’ a Tirkî, bi vê yekê hejmara tankên Tirkiyê yên li Sûriyê gihişte 50î. Ew jî ligel 380 leşkerên artêşa Tirkiyê ku sînor derbas kirine.
Li hêleke din, Encûmena Cerablusê ya Leşkerî ragihand, ku balafirên Tirkiyê îro malên sivîlan li gundê Amarnê başûrê Cerablusê bombrbaran kirine, û amaje kir, ku hejmarek welatî di encama êrîşê de birîndar bûne.
التعليقات (0)