Berdevkê fermî yê hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê Rêdûr Xelîl ragihand ku kes nikare bi behaneya hebûn hêzên wan li rojavay çemê Feratê destêwerdanê li ser xaka Rojava bike.
Rêdûr Xelîl di riya daxuiyaniyekê de diyar kir ku hêzên YPGê ji rojavayî çemê Feratê vekişiyan e û nabe Tirkiyê bi buhaneya hebûna hêzên wan li bajarê Minbicê destêwerdanê li ser xaka wan bike.
Xelîl got ku Tirkiyê xweş dizane ku hêzên YPGê piştî rizgarkirina bajarê Minbicê vekişiyan û bajêr û xalên leşkerî radestî encûmena Minbicê ya leşkerî û xwecehî kirin.
التعليقات (0)