Rêjîm êrîşî Xûtayê dike û rikberî bersivê dide

Rêjîm êrîşî Xûtayê dike û rikberî bersivê dide
Hêzên rêjîma Sûrî û mîlîşyeyên alîgirên wê îro Şemiyê êrîşek berfireh li ser bargehên berên rikberiyê li bajarokê Hoş Nesrî li Xûta Rojhilat pêk anîn, û pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de rû dan, di wan de hejmarej ji leşkerên êrîşker hatin kuştin û êrîşa wan têk çû.

Serkirdeyekî ji berên rikber ragihand ku, hêzên rêjîmê ligel mîlîşyeyên xwe ji 2 aliyan ve êrîş kirin, ûçekdarên Ceyş El-Îslam û yên Lîwayê Şuhedai El-Îslam rastî wan hatin û bi wan re ketin pevçûnên tund de, di encamê de bêhtirî 20 leşkerên rêjîmê kuştî û birîndar bûn.

Ji hêleke din ve, helîkopterên rêjîmê belavok li ser bajarê Mi’edemiyê û Xûta Rojava li gundewarê Şamê avêjtin, tê de ji welatiyan û çekdarên rikber xwestin da xwe radestî rêjîmê bikin û ji wir der bikevin.

Hêjayî gotinê ye ku, nifşê duyemîn ji sivîlên bajarê Dareyayê îro danê nîvroyê ji bajêr der ketin û berê xwe dan bajarokê Hercelê, û endamên rikberiyê yên mayî dê biçin bajarê Idlibê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات