Amûdê: Radyoya Jîn fm koma Kolaşîna ya mûzîkê xelat kir

Amûdê: Radyoya Jîn fm koma Kolaşîna ya mûzîkê xelat kir
Jîn fm,yekemîn radyo taybet bi jinan li Rojavayê Kurdistanê ye ku hemû kadro û karmend ên wê jin in.

Heyvane ev radyo bi çalakiyekê lidar dixe bi armanca nêzîkbûna ji jinan, herweha jibo çalakirina rola jinan di civakê de, ku di her aliyê jiyanê de beşdar bibe, mînak ku jin di rêxistinên civaka sivîl herweha komeleyan de cihê xwe bigre.

Şirûq Iriyan rêvebera di radiyo Jîn fm de, ji Orine Net re derbarê çalakiyên radyoyê wisa axivî: "Armanca me wek radyoya jîn ku dengê jinan di nava civakê de bilind bibe, herweha em bêhtir di van çalakiyên xwe de guh bidin hunera ligel ciwanên herêmê bitaybetî ya jinan".

Rêveberiya Jîn Fm, şahiyek li navenda xwe li bajarê Amûdê lidar xist, tê de navenda Koloşîna ya jinan xelat kir, û di vê şahiyê gelek kes û rêxistin hatin vexwendin û beşdar bûn.

Fatima Seyda Jineke ku di vê şahiyê de beşdar bû, weha got: "Em spasiya Jîn fm dikin li ser vê guhdana bi jinan û dibînin ku dê ev radyo roleke sereke di pêşxistina xebata jinan de bigiştî bilîze".

Di çarçoveya şahiyê de, gelek stran û berhemên mûzîkê hatin pêşkêşkirin, û bi stranên koma Koloşîna bidawî bû, û zarok ligel jinên komê ew berhem ji mêvanan re saz kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات