Amerîka: Ti deverên qedexekirina asîmanî li Sûriyê çê nabin

Amerîka: Ti deverên qedexekirina asîmanî li Sûriyê çê nabin
Berdevkê Koşka Spî ya Amerîkî Joş Ernst ragihand ku, Waşinton babeta çêkirina devereke qedexekirina asîmanî li Sûriyê gotûbêj nake.

Di kongirekî çapemenî de, Ernst besiva pirsekê derbarê peydakirina deverên aram bo koçberan wisa da:  “Ev babet hêj derveyê ajendan e, jiber derbestdariyên leşkerî yên girîng hene bo misogirkirina deverên aram “.

Hêjayî gotinê ye ku, daxuyaniyên berdevkê Amerîkî hatin piştî ragihandina hikûmeta Tirkî libarê damezirandina deverên aran taybet bi koçberan li derdora Cerablusê, piştî ku hêzên rikberiyê bi piştgiriya artêşa Tirkî bajêr kontrol kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات