Encûmena Cerablusê: Balafirên Tirkî bargehên me topbarandin

Encûmena Cerablusê: Balafirên Tirkî bargehên me topbarandin
Encûmena Cerablusê ya leşkerî îro Şemiyê daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir, tê de ragihand ku balafirên Tirkî bargehên wan û hin deverên sivîlan li gundê Emarinê li başûrê Cerablusê topbarandin û hejmarek ji sivîlan bûne qurbaniyên wê topbaranê.

Di daxuyaniya xwe de, encûmen hişyariya dijberiyeke nû li herêmê da bi sedema berdewamiya armanckirina artêşa Tirkiyê ji xaka Sûrî re, û got ku ew li ser şerê li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst tekez dikin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, encûmena Cerablusê tekez kir ku, ew dikarin berevaniyê di ber xwe û xaka xwe de bikin û ji civaka navwelatî û Hevpeymaniya Navnetewî daxwaza destêwerdanê kir da kiryarên Tirkiyê rawestînin, herweha dê şervanên wan li ser sînor bimînin û parastina ewlehiya wê deverê bikin eger ew rastî êrîşan neyên.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات