Di helbesta Cigerxwîn de jin û evîn

Di helbesta Cigerxwîn de jin û evîn

Tevî ku seydayê Cigerxwîn weke hebestavenekî neteweyî dihat naskirin û bi rêya pênûsa xwe êş û azarên miletê xwe dianî ziman, lê ji aliyekî din ve hebûn û rêzgirtina jinê li cem wî gelekî watedar bû, di nerîna wî de jin ya ku, hezkirinê diaferîne, jiyanê xweştir û geştir dike.

Di helbesta xwe ya bi nave Kaniya Evînê de, seydayê Cigerxwîn wiha dibêje:

Ez û bilbil bi gul û yar navdar in

Nîşanê evînê ne tenê ne dildar in

Dost û yar du dar in, paye bilind û şîn

Dostanî, dilbijî di nav de pêtî û ar in

Evîndar her yek rengekî dixwazin

Hin dilbijê sorgul û dilbijê reşxar in

Evîn kanî ye, şêrîn û tehlî tê de yekin 

Lê li hawir beden û çember û dîwar in

Ji wê kaniyê cihokek tê ser dilê hejar

Pêlên pêşî xweş in, lê ên paşî dijwar in

Helbestên seydayê Cigerxwîn li ser jinê, ew dûrî kar û xebata wî bo azadiya welat nedikir, jin weke hevalrêya şore û xebatê li dijî zilim û zoriya li ser miletê Kurd didît. Di hevdîtineke xwe de, seydayê Cigerxwîn derbarê jinê dibêje ku gerdûn hezkirin e û giringtirîn kes yê ku wê hezkirinê çêdike jin e, Cigexwîn di helbesteke xwe wiha dibêje:

Ji dostê re çi rêkim ez diyarî?

Diyare yar dixwaze min bi yarî

Dixwazim can û dil jêre bişînim

Tenê şerm e jhemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jê re rêkim

Bikar nayê ji wan her xwîn dibarî

Nizanim ez çi hêja ye ku rêkim?

Cîhan pêk ve bihayê biskê tarî

Me go:gorî Cegerxwîn bû divê rê

Bi dest nayê wekî îro tu carî

Di helbesta bûrî de em dikarin bibêjin ku, seydayê Cigexwîn giringiyeke mezin dide jinê û ji ber wê nizane çi diyarî jê re bişîne.

Saydayê Cigrxwîn navê wî  Şêxmûs Hesen e. Ew di sala 1903ê de li gundê Hesarê ser bi parêzgeha Mêrdînê yê  Bakurê Kurdistanê ve ji dayik bûye, di destpêka şerê cîhanî yê yekem, di sala 1914ê de ew li gel malbata xwe koçberî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bûn. Bav û dayika wî koça dawî kirin, dema sêwî ma her yek ji xwîşka wî Asiya û birayê wî Xelîl ew mezin kirin.

Cigerxwîn li gundê Tilşiîrê li ser destê Şêx Ûbêdelah xwendina xwe ya olî kir, ji destpêka jiyana xwe de hezkirina wî ji xwendinê re hebû û guhdan pê dikir, helbest di ciwaniya xwe de dinvîsandin, di wê serdemê de helbestên wî di nav xelkê de deng vedan û ser zarê ciwanan dihat gotin. Seydayê Cigerxîn yek ji damezrênerên komeleya Xoybûn bû, herwiha wî bi ramanên xwe yên çep û sosiyalist, bi xurtayî dostaniya karker û çotkaran dikir, ku demekê bubû endamê partiya komenîsta Sûriyê.

Di salên pêncî de wî dest bi tevgera siyasî kir, bi alîkariya çend hevalên xwe partiya Azadî damezirand, di sala 1957ê de dema partiya Dîmokratiya Kurdî hate damezirandin, ew tevlî wê bû û seydayê Cigerxwîn bû yek ji serkirdeyên wê.

Di Sala 1984ê de helbestvanê Kurd li bajarê Stokholmê li Swêdê koça dawî kir û termê wî bo bajarê Qamişlo hate veguheztin û di merasîmeke mezin de li hewşa mala wî hate binaxkirin. Helbestvanê Kurd gelek berhemên cor bicor derbarê wêje, dîrok, ziman, çîrok û helbest li pey xwe hêla, ji wan berhemên wî 8 dîwanên helbestan û dîroka Kurdistanê beşê yekem û duyem bû.

Helbestên seydayê Cigexwîn ji aliyê gelek hunermend û dengbêjan hatine gotin û bûne staran mîna hunermend Şivan Perwer, Mihmed Şêxo û gelek hunermedên din.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات