Şervanên Minbicê 2 gundên nû rizgar dikin

Şervanên Minbicê 2 gundên nû rizgar dikin
Li başûrê gundewarê Minbicê şervanên encûmena leşkerî 2 gundên nû ji dest çeteyên rêxistina DAIŞê rizgar kirin.

Li gorî hin jêderên xwecehî, şervanên encûmena Minbicê ya leşkerî îro danê sibehê gundên Til Osman û Nefîlê li başûrê gundewarê Minbicê , piştî pevçûnên tund bi çeteyên DAIŞê re rizgarkirin û hejmarek çek û cebilxaneyên çeteyan jî desteser kirin.

Herwisa li hejmarek gundên ku dikevin başûrê gundewarê Minbicê de şer berdewame û ta niha şervanên encûmena leşkerî li hember çeteyên DAIŞê bi pêşve diçin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات