Berpirsên Tirk ragihandin ku dergehê sînorî yê di navbera Cerablus û Tirkiyê de vebe.
Rojnameya Cimhûriyet ya Tirkî li ser zara hin berpirsên Tirk nûçeyak belav kir, ku piştî tevahiya bajarê Cerablusê ji hêla Artêşa Azad ve hate kontrolkirin û navçe ji mayînan hatiye paqij kirin pêwîste dergehê sînorî yê Cerablusê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de were vekirin, da pêwîstiyên jiyanê û alîkariyên mirovahî debas bibin.
Tê zanîn ku ew dergehê sînorî yê Cerablusê di heyama 2 sal û 6 mehan de di destên rêxistina DAIŞê ya teror de bû.
التعليقات (0)