Li gundewarê Cerablusê di navbera HSDê û Artêşa Azad de pevçûn

Li gundewarê Cerablusê di navbera HSDê û Artêşa Azad de pevçûn
Li gundewarê Cerablusê hate ragihandin ku pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demoqratîk û hin ketîbeyên Artêşa Azad de li nêzî bajarokê Kelcibrînê qewimîn.

Li gorî hin jêderên xwecihî, ew pevçûn duh ji danê êvarê ta danê vê sibehê dom kirin, û sedem ew bû dema ketîbeyên Artêşa Azad bi piştgiriya tankên Artêşa Tirkiyê hewil dan ku rêya Kelcibrînê ya dikeve navbera herdu bajarên Mar`i û Izazê de kontrol bikin, lê Hêzên Sûriya Demoqratîk ew hewildan têk birin, piştî pevçûnan ew ketîbe ber bi bajarê Izazê ve vekişiyan bê ku encamên wan pevçûnan werin diyar kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات