Hungarya çeperekî nû li ber penaberan ava dike

Hungarya çeperekî nû li ber penaberan ava dike

Serokwezîrê Hungaryayê Vîktor Orban îro Înê ragihand, ku welatê wî dê çeperekî din li ser sînorê Serbyayê ava bike, da rê li ber çi pêlên penaberan bigire.

Li vê barê Orban got:’’ Çeperekî nû dê were avakirin û dê ew bi amûrên nûjen were amadekirin’’. Wî weha domand:’’ Aniha lêkolîn jibo peydakirina sîstemeke berevanî ya xurt, jibo çepera nû ya dê li seranserî 175 km were avakirin têne pêkanîn’’.

Wezîrê hungarî got, ku parastina sînoran bi gulan nayî pêkanîn, lê belê bi mirovan, lewam jî wî kardayîna 3000 polîsên din bo parastina sînor ragihand.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات