Kêrî û Lavrov rewşa Sûriyê û şerê DAIŞê gotûbêj dikin

Kêrî û Lavrov rewşa Sûriyê û şerê DAIŞê gotûbêj dikin
Wezîrên derve yên Amerîkî Con Kêrî û yê Rûsî Sêrgêy Lavrov îro Înê civînekê li Cinêvê lidar dixin û tê hêvîkirin, ku ew karibin li ser xalên dawî libarê şerê DAIŞê lihev bikin. Herweha hêvî heye, ku di encama civîna wan de biriyarekeke rawestandina şer li Sûriyê û destpêkirina pêvajoyeke veguheztina siyasî were standin. 

Li vê barê, Kêrî hefteya bûrî gotibû, ku hin tîm ji herdû aliyan ber bi dawîkirina gotûbêjên xwe diçin. Herweha hin berpirsên Amerîkî gotin, ku ew bi erênî li bidestxistina hevpeymanekê dinerin.

Plana tê gotûbêjkirin, li gorî Kêrî ew e, ku Rûsya û Amerîka zaniyarên saloxgêrî bi armanca hevrêzkirina êrîşên asîmanî dijî DAIŞê bidin hev, û rê li ber hêzên rêjîmê û êrîşên wan dijî rikberiyê bigirin. Planeke, ku Kêrî bawer dike, dê baştirîn derfet bo rawestandina şer be. 

Ji aliyê xwe ve, şandeyê taybet bo Sûriyê Stêfan Dîmistûra doh ragihandibû, ku hevdîtina di navbera herdû serokwezîran de ’’girîng e’’ û dibe bandorekê li ser stratejiya ji nûve destpêkirina danûstandinên aştiyê yên Sûriyê bike. 

Civîna Lavrov û Kêrî tê piştî çend rojan ji derbasbûna berên rikberiya Sûrî ya bajarê Cerablusê ligel piştgiriyeke Tirkî, ku bixwe jî tankên xwe derbasî nava xaka Sûriyê kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات