Grûpeke şervanên YPGê tevlî Pêşmergeyên Rojava dibin

Grûpeke şervanên YPGê tevlî Pêşmergeyên Rojava dibin

Hate ragihandin ku grûpeke ji şervanên YPGê derketine başûrê Kurdistanê û tevlî pêşmergeyên Rojava bûne.

Li gorî agahiyan, piştî şerî bajarê Hesekê grûpek ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPGê wek nerazîbûn li hember siyaseta YPGê û PYDê derbasî navçeya Rebîa li aliyê Başûrê Kurdistanê bûne, û ew grûpa ku ji 4 xortan û keçekê pêk tevlî nava refên pêşmergeyên Rojava bûne.

Yek ji wan şervanan sedema cihêbûna xwe ji YPGê diyar kir ku, ti îşê YPGê bi bajarê ereban tine ye piştî Minbic û Cerablusê fermandarên YPGê digotin dora Reqayê ye û operasyona Dêra Zorê jî heye û li gorî gotina heman şervanî li Rojavayê Kurdistanê alên Sotoro ,rêjîm, Senadîd heye, û tenê ala Pêşmerge tine ye, lewma wan dev ji YPGê berdane û tevlî Pêşmerge bûne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات