HDPê: Tirkiyê bo Kurdan destêwerdan di Sûriyê de kir

HDPê: Tirkiyê bo Kurdan destêwerdan di Sûriyê de kir
Derbarê helwestên destêwerdana Tirkiyê di Sûriyê de, Partiya Demoqrat a Gelan HDPê aşkere kir Tirkiyê ji bo Kurdan desrbasî Sûriyê bûye.

Parlementerê HDPê Idrîs Balokan di kongireyekî rojnamevanî ragehand ku, Tirkiyê ne ji bo şerê DAIŞê êrîşî Cerabulsê dike lê belê armanc ewe destêwerdanê di Kurdistana Rojava de.

Herwiha eşkere kir: “Hikûmeta Tirkiyê dizane ku biriyareke wisa dive bi erêkirina Perlemana Tirkiyê be lê ji ber ku Perleman niha rawestiyaye Hikûmetê ew biriyar da, ji bo berjewendiyên xwe pêk bînine.

Idrîs Balokan rexne li CHPê û MHPê jî kir ku, ew jî beşdarî vê biryara li dijî Kurdan e, û tekez kir ku diyare ev biryar di civîna AKPê, CHPê û MHPê de hatiye stendin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات