Hikûmeta rikberiya Sûrî derbasbûna alîkariyan bi rêya Kastîlo red dike

Hikûmeta rikberiya Sûrî derbasbûna alîkariyan bi rêya Kastîlo red dike
Hikûmeta demkî ya rikberiya Sûrî îro Pêncşemê ragihand ku, ew derbasbûna alîkariyên Netewên Yekbûyî (NYê) bo taxên rojhlatî yên bajarê Helebê ji aliyê rêya Kastîlo ve napejirînin û tawana hin rêxistinên navwelatî ji wê re bi astengkirina derbasbûnê red kir.

Di daxuyaniya xwe de, hikûmeta demkî ji NYê daxwaz kir ku, bila ew alîkarî di rêya Ramûsê re derbas bibin û eger NYê vê rêyê bikar neyine, ew wan alîkariyan napejirînin.

Hikûmeta rikberiyê hin layanên navwelatî tawanbar kirin bi rêdana derfetê bo rêjîmê da doseya alîkariyên mirovane li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne û bo bidestxistina destkeftiyên siyasî da bibe sedemeke fişarê li ser miletê Sûrî.

Di dawiya daxuyaniyê de, hikûmeta demkî amaje kir ku ew ligel encûmenên xwecihî yên hilbijartî li bajarê Helebê dikarine alîkariyan bigihînin deverên rizgarkirî û ev yek bê rêya Ramûsê re, û li ser redkirina bikaranîna rêya Kastîlo tekez kir. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات