YPGê: Hêzên me li Minbicê serkeftî bûn û vegeriyan bargehên xwe

YPGê: Hêzên me li Minbicê serkeftî bûn û vegeriyan bargehên xwe
Fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir, tê de got ku, operasyona Şehîd Bavê Leyla ya rizgarkirina bajarê Minbicê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) ve serkeftî bû û hêzên wan piştgirî ji şervanên encûmena leşkerî re pêşkêş kirin, û piştî rizgarkirinê vegeriyan bo bargehên xwe.

Di daxuyaniyê de hat ku, şervanên YPGê ligel yên Minbicê bajêr û rûbareke berfireh ji derdora wî ji çeteyên DAIŞê paqij kirin û dikarîbûn wêneyeke pak li ser yekîtiya gelan û hevtêkoşîna wan ji cîhanê re pêşkêş bikin, û ew operasyon eşkere kir ku, biratiya gelan çareseriya kêşeya şerê tîreyî û neteweyî ye.

Heman daxuyanî amaje kir ku, piştî rizgarkirinê, ew weke fermandariya YPGê serkeftina erkên şervanên xwe û vegera wan bo bingehên xwe ji raya giştî re diragihînin, û hemû xalên leşkerî li Minbic radestî encûmenê kirin û rêveberiya bajêr radestî encûmena sivîl kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, YPGê spasiya miletê Minbicê kir li ser pêşwaziya xweş a ku ji şervanên wan re kirin û tekez kir ku, ew herdem amade ne da piştgiriya encûmena bajêr bikin eger careke din rastî êrîşan bê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات