Berdevkê Hevpeymaniyê vekişîna HSDê ji rojavayê Feratê diragihîne

Berdevkê Hevpeymaniyê vekişîna HSDê ji rojavayê Feratê diragihîne
Berdevkê Hevpeymaniya Navwelatî bi serkêşiya Amerîkayê îro Pêncşemê ragihand ku, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) yên Kurd piştgiriya wan dikin ji rojavayê çemê Feratê vekişiyan da amadekariyên şerê rizgarkirina Reqayê ji rêxistina DAIŞê bikin.

Li gorî ajansa REUTERSê, berdevkê Hevpeymaniyê li ser rûpela xwe ya Twitterê belav kir ku, HSDê ber bi rojhilatê Feratê ve liviyan da dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê bikin, lê hêj ti jêderan ji HSDê ev agahî tekez nekirine.

Hêjayî gotinê ye ku, HSDê bi piştgiriya Amerîkayê ber bi rojavayê çemê Feratê ve çûn bi mebesta rizgarkirina bajarê Minbicê, û Tirkiyê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPGê), yên bingeha sereke ne ji wan hêzan re, daxwaz kir da vegerine aliyê rojhilatê Feratê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات