Çekdarên DAIŞê êrîşî HSDê li gundewarê Şedadî kirin

Çekdarên DAIŞê êrîşî HSDê li gundewarê Şedadî kirin
Ajansa E’imaq a girêdayî rêxistina DAIŞê ragihand ku, çekdarên rêxistinê doh êvarê êrîşek li ser baergeha Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) li devera Bûselman li rojavayê bajarê Şedadî li gundewarê Hesekê pêk anîn û hejmarek ji şervanên HSDê kuştin.

Heman ajans diyar kir ku, di encama êrîşê de, tirimbêlek ji cûreya Hamer û çendaniyek ji cebilxaneyan ligel tirimbêleke doşkayê bidest xistin û endamên HSDê bi sedema êrîşî ji bargeha xwe reviyan.

Li gorî jêderine meydanî ji derdora Reqayê, liveke mezin ji hêla çekdarên rêxistinê ve yên ji Cerablusê vekişiyane li bajarê Tebqayê çê bû û weku diyar dibû ku, ew amadekariyên êrîşan li deverê dikirin.

Heman jêderan amaje kirin ku, bêhtirî 5 şervanên HSDê di encama teqîna bombeyekê de li rojhilatê bajarokê Holê jiyana xwe ji dest dan, lê hêj ti tekezkirin derbarê wan bûyeran ji hêla fermandariya HSDê ve nehatiye kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات