Jêderine çapemenî yên Tirkî ragihandin ku, balafireke ji cûreya bêpîlot li wîlayeta Urfayê li başûrê wêlêt ket bêyî ku ti sedem ji ketina wê re bêtin nasîn.
Li gorî ajansa Anadolê ya nûçeyan li ser zarê jêderine ewlehî, ew balafir li devera di navbera balafirxaneya kevin û taxa Hancagîz li nêzî sînorê Sûrî ket û cendirmeyên Tirk berê xwe dan wê deverê.
Heman jêderan diyar kirin ku, hikûmeta Tirkî dest bi lêpirsînan derbarê wê bûyerê kirin û kiryarên ewlehî li heman deverê bihêz kirin bêyî ku ti hûrgiliyên bêhtir eşkere bikin, û hêj ne diyar e ku balafir a artêşa Tirkî yan a Hevpeymana Navwelatî ye.
التعليقات (0)