Jêderekî ji êlên devera Cerablusê di demeke dereng de ji şeva bihurî ragihand ku, serokê encûmena leşkerî Ebdilsetar El-Cadir di bûyereke kesayetî de hate kuştin û ne jiber sedemine siyasî yan jî leşkerî.
Fermandariya encûmenê di daxuyaniyekê de diyar kir ku, wan kujerê El-Cadir ligel "tora" girêdayî wî, piştî ku jêderine ji Hêzên Sûriya Demokratîk saloxgêrên Tirkî bi kuştinê tawanbar kirin.
Ji hêla xwe ve, êla Çobanat a li dijî rêxistina DAIŞê ye li Cerablus û gundewarê wê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, jiber nakokiyên kesayetî El-Cadir hate kuştin piştî ku ew ligel ciwanekî 18 salî bi navê xwe Ebdilkerîm Xelîl e ketin xerebalixê de û El-Cadir destê xwe li ser bavî wî dirêj kir, lewra Xelîl demançe der xist û serokê encûmena Cerablusê bi guleyekê kuşt.
التعليقات (0)