Artêşa Azad dê ji Tirkiyê derbasî Cerablusê bibe

Artêşa Azad dê ji Tirkiyê derbasî Cerablusê bibe
Li barê destêwerdana Tirkiyê bû Cerablusê, duh derengiya şevê ketîbeyên Artêşa Azad doz ji sivîlên gund û navçeyên sînorî yên Cerablusê kirin da dûrî xalên şer bikevin .

Artêşa Azad ragihand ku dê ketîbeyên wê ji Tirkiyê operesyona kontrolkirina Cerablusê birêve bibin herwiha dê hemû pişkirî ji sînorê Tirkiyê derbasî Cerablusê bibin.

Di heman demê de ajansa Anadol ya Tirkî ragihand ku ketîbeyên Artêşa Azad ligel hêzên taybet yên Tirk û pi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniyê dê derbasî nava Cerablusê bibin û piştre berî bidin bajarê Babê jî, û li gorî agahyên heman ajansê ta niha Artêşa Tirkiyê û Hevpeymaniyê 63 xal û bargehên DAIŞê li Cerablus û derdora wê topbaran kirine bê ku ti agahiyan derbarê encaman bêne diyar kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات