Şervanên HSDê girên stiratîjîk li gundewarê Minbicê kontrol dikin

Şervanên HSDê girên stiratîjîk li gundewarê Minbicê kontrol dikin
Li gundewarê Minbicê yê başûr şervanên hêzên Sûriya demoqratîk HSDê, êrîşeke DAIŞê şikandin û dest danîne ser hejmarek girên stiratîcîk.

Jêderên leşkerî ji gundewarê Minbicê ragihandin ku çekdarên DAIŞê êrîşî bargehên hêzên Sûriya demoqratîk HSDê li gundê Hicêra biçûk kirin, lê şervanên HSDê bersiva wê êrîşê dan û şerekî giran di navbera herdû aliyan de rû da, ku têde hejmarek ji çekdarên rêxistina terorist hatin kuştin û termê 7 çekdaran jî ketin destên şervanên Minbicê de.

Di heman demê de hêzên Sûriya demoqratî hejmarek girên stiratîcîk li başûrî Minbicê kontrol kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات