Îro sibehê, hin xalên hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) li gundê Endîwerê yê sînorî ji aliyê leşkerên Tirkî ve hatin armanckirin, di encamê de yek ji şervanên YPGê birîdar bû û bo nexweşxaneya bajarê Qamişloyê hate veguheztin.
Hêjayî gotinê ye ku, artêşa Tirkî gelek caran bargehên YPGê li ser sînor armanc kirine û şervanên Kurd gulebarandine, û bûyerên bi vî rengî li herêma Cizîrê, Efrînê û Kobaniyê rû dane, û ev 2 roj in bargehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) li Minbicê tên topbarandin.
التعليقات (0)