Li bakurê Kurdistanê pevçûnên tund di navbera artêşa Tirkiyê û girîlayên partiya karkerên Kurdistanê PKKê de li bajarê Amedê derketin holê û di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Ajansa Doxan ya Tirkî diyar kir ku pevçûnên tund di navbera artêşa Tirkityê û girîlayên PKKê de li navçeya Licê ya bi ser Amedê ve derketin holê, heman ajansê ragihand ku di encama şer de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û 8 leşkerên din jî bi giranî birîndar bûn, bê ku ti agahiyên zêdetir bide diyar kirin.
التعليقات (0)