Artêşa Tirkiyê bargehên HSDê li Minbicê armanc dike

Artêşa Tirkiyê bargehên HSDê li Minbicê armanc dike
Li bajarê Minbicê berdevkê fermî yê encûmena Minbicê ya leşkerî Şervan Derwîş ragihand ku artêşa Tirkiyê bargehên wan li aliyê bakurî bajêr topbaran kirin.

Şervan Derwîş di hevdîtineke rojnemevanî de diyar kir ku artêşa Tirkiyê xalên berevaniyê yê hêzên Minbicê li aliyê bakurî bajêr li nêzî çemê El-Sacûr topbaran kirin û bi 10an ji mûşekên Katiyoşa li nêzî bargehên hêzên wan ketine,di dawiyê de Derwîş got ku di navbera wan û rêxistina DAIŞê de 20 KM tenê hene lê Tirkiyê xalên DAIŞê armanc nake û tenê bargehên hêzên Minbicê topbaran dike.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات