Rewşa bajarê Hesekê, îro Sêşemê ji demjimêrên barbangê ve aram e, û li gorî agahiyên berdest hin welatiyên ji bajêr derketibûn, êdî divegerin malên xwe.
Doh jî hêzên Kurdî karîbûn piştî kontrolkirina taxa Xwêran, bi giştî dora 90% ji bajarê Hesekê kontrol bikin û tenê çargoşeya elekariyê di destên rêjîmê de maye. Herweha hin jêderên xwecihî ragihandin, ku doh hêzên Asayîşî hewl dan avahiya postê kontrol bikin lê hewldana wan biser neket.
Li hêleke din hin agahiyên danûstandinan di navbera hêzên Kurdî û rêjîmê de têne belavkirin, lê ta vê gavê ti zaniyariyên fermî libarê rêkeftinekê nehatine ragihandin.
التعليقات (0)