Rexneya wêjeyî kurdî (kurmancî) - Rêbaz û metodên rexneya wêjeyî - Xelek 15/2

Rexneya wêjeyî kurdî (kurmancî) - Rêbaz û metodên rexneya wêjeyî - Xelek 15/2

Dûmahîka Kêşa helbestê .......

Lê çima kîtan şûnên xwe guhertine, yên dengnizim (kurt) li şûna yên dengbilind (dirêj), û yên dengbilind li şûna yên dengnizim hatine?. Tiştê herî giring û  hemû rexnegir diçespînin ew e, ku kêşa helbestê xwe dispêre xwendin û bilêvkirina peyvê û pevekê, ne awayê nivisandina wê. El-Xelîl Ibin Ehmed El-Ferahîdî, damezrênerê urûda erebî, ji ber vê yekê, du awayên nivisandina malika helbestî diyar dike; awayê, ku kêşa helbestê dide xuyakirin, ku jê re ( nivîsîna urûdî ) dibêje, ji yê rast cuda ye, çimkê her tîpa ku tê xwendin bala kêşê dikşîne, lê ya nayête xwendind, kêş wê paşguh dihêle.

Eger em her du malikên Cizîrî careke din bixwînin, em dê bibînin, ku kîta ( ne) ji pêlika ( yek li sîne) tevî ku dengnizim e, lê di xwendinê de hinekê dirêj û bilind dibe, û tîpa (û) di pêlika (ax û ox ) de, dengbilind e, lê kurt û deng nizim tê xwendin.

Dilberê îro seher                  avête cergê min du dox

Yek li sîne, yek li dil da       lew ji min tên ax û ox.

Yek     li    sî      ne   **   yek      li       dil    da

   /        -    /         -              /         -        /      /

Lew     ji    min   tên   **     ax    û    ox

  /         -      /      /         **      /      /     /

Eger em nimûneyên, ku rexnegir D. Evdil-Fetah ji berhemên kilasîkan werdigire, û kêşên wan vedikole, da têora kêşesaziya helbestê bafirîne, eger em wan nimûneyan careke din vekolin, em dê kêşên wan hemiyan vegerînin ba kêşên urûda erebî, nemaze jî pêlawazên Erremel, EL-Wafir û Esserîi.

Bi vî awayî, rexnegir kêşên helbesta kevneşop ya kurdî nîşan dike, ku ewana ji yên kêşa urûda erebî cuda ne, bê ku wan kêşan binavîne, tenê wan li gor kîtan û pêlikan ji hevdu cuda dike. Lê bi baweriya me ev boҫûna wî nikare rastiya xwepaldana kilasîkên Kurd  bi ser kêşên urûda  erebî de veşêre.

Ev boҫûn, ango nepejirandin vê rastiya zelal, a ku me li jor diyar kirî, rexegirê me ber bi şaşiyan de dikşîne. Her nimûneyê, ku kêşa xwe li boҫana wî nabane, dibêje ew ne rast e, lê rastî ew e, ku ew bi xwe ketiye şaşiyê. Wek nimûne, li ba vê ҫarîna seydayê Tîrêj radiweste, û kêşa wê vediҫirîne, û dawî jî weha diҫe, ku kêşa wê şikestî ye:

Ew reqs û dîlana evîn,

yê serê govenda me ez.

Ew şairê dora zemîn,

xob û şeker xwenda me ez. 

Dibêje: “Ev helbest li ser kêşa pêlewazeke şopnaskirî herikiye…..pêlikên wî (wê rastir e) jî yek celeb in, her pêlikek ji (4) kîtan pêk hatiye: du kîtên dengbilin, kîteteke dengnizm, û kîtete dengbilind (//-/)” .

Lê nikare rastiya bi karanîna kêşên urûda erebî bipejirîne, vê lomê jî weha diҫe ku kêşa vê ҫarînê şikestî ye. 

Kêşa vî nimûneyê jorîn li gor kêşa pêlawaza Esserîi (lezok) ya urûda erebî hatiye ristin, û pêlika wê kêşê jî (Mistef-îlun)e, ku sê caran di her birrekî malikê de dubare dibe, lê kilasîkên Kurd pêlikeke din bi ser ve dikin, û pê re dibin ҫar pêlik. Eger em ҫarîna Seydayê Tîrêj Wek ku wî bi alfabêta Aramî dinivisand, binivisînin, û kêşa wê viҫirînin, dê  bi vî awayê jêrîn were xuyan: 

Ew       req    sû       dî    **    la       na    e     vîn

مُـسْ       تَـفْ     عِ       لُـنْ           مُـسْ     تَـفْ      عِ     لُـنْ

Yê     ser(ê)   go   ven    **     da        me     ez

مُـس      تَـفْ      عِ      لُـنْ              فـا          عِ       لُـنْ

Ew        şa       i       rê   **      do       ra       ze    mîn

مُـسْ       تَـفْ     عِ       لُـنْ            مُـسْ     تَـفْ      عِ      لُـنْ

Xob       û      şe      ker  **    xwen    da      me    ez

مُـس      تَـفْ      عِ      لُـنْ              مُـسْ    تَـفْ       عِ     لُـنُ

أوْ رَقْـص و  ديـ/    لانا  أفين /   يي   سري   كَوـفَـنْـ  / دا مَ  أزْ

                                                                              مُـسْتَـفْـعِـلُـنْ     /  مُسْتَفْعِلُنْ   /    مُــسْـتَـفْـعـِلُـنْ     / فـاعِلُنْ            

أوْ  شأعِري   /    دورا  زَمينْ  /   خوبو  شَـكـرْ  /   خَـنْـدا  مَ  أزْ 

مُـسْـتَـفْـعِـلُـنْ  /    مُـسْـتَـفْـعِـلُـنْ /    مُـسْـتَـفْـعِـلُـنْ /  مُـسْـتَـفْـعِـلُـنْ 

Ev jî kêşa Esserîi e (lezok) ya urûda erebî ye, lê tenê ҫewtiyek xuya dibe, ew jî di peyva (serê) de ye, ku kêş şikanandiye, divê (ser) ba,da kêş durist ba û heye (belkî) di dîwanê rast be, lê gava veguhestina ser tîpên latînî wusa bûbe. Pêlikên kêşa Essreîi (Mustef-îlun e /مُسْتَـفـعِـلُـنْ ) ku di her birrekî malikê de sê caran  dubare dib, lê helbestvan dikar cara sisiyê wê bike (Faîlun /فاعِلُنْ). Ji vê pêva guhertineke din di kêşa peyva (govenda) de heye, ku kîta (go) bi bingeha xwe dengdirêj e, lê Seydayê Tîrêj dengê wê kurt kiriye, ev yeka jî li gor zanista urûda erebî, rewa ye.

Ji van nimûneya pêve, rexnegirê me nimûneyan ji ber Sebrî Botanî, Dilawerê Zengî, Salihê Heydo, Rêwî û Bêbihar jî digire,  kêşên helbestên wan vidiçirîne, her  gava kêşên helbestên wan li nerîn û  boҫûnên wî nebanin, ew wê yekê wek şaşî û kêmasî nîşan dike. 

Ji vê bi şûnda ew li ba rêzbendê (qafiye) radiweste, wê dide nasîn, ku ew “dengê kîta dawiya her malikekê ji malikên helbestê ye. Carna jî helbestvan bi 2-3 kîtan rêzbenda helbesta xwe  têne” , û sê celebên wê dinavîne; rêzbenda yekser, ku “li dûmahiya her malikekê ji malikên helbestê tê, û rêzbenda dumil, ku li dûmahiya her du birrên her malikekê bi rêzbendeke dumilî serbixwe tê, û ya hevbend , ku bi du-sê-çar rêzbendan, di yek helbestê de têt” , û dîsan nimûneyan ji kilasîkên kevin û nû werdigire, û li gor vê nerîna xwe rêzbendên helbestên wan vedikole.

Tiştê balkêş di vê xalê de ew e, ku rexnegirê me kîtên, ku ji paşpirtikan bi ser peyvê ve dibin, bi ser rêzbendê ve nake, ango gava ew rêzbendê dipelîne, tenê li koka peyvê dinêre. Bi baweriya me, ev yeka jî rastir e, paşpirtik her tim di pergalekê namîne, belê li gor avakirina pevekê tê guhertin. Lê gava ew rêzbenda dumil dinasîne, bi baweriya me, hîngê ew danasîna pêşiyan bi paş pişta xwe de davêje, bê ku hema çêla wê jî bike. Ev rêzbend ji zû de li ba rexnegirê Kurd bi navê ( mesnewî ) hatiye danasîn, ku her du birrên malika helbestî rêzbendek heye, ji ya her du birrên malika dîtir cuda ye. Prof. Dr. Îzedîn Mustefa Resûl dibêje ev yeka bi bandora helbesta Farisan derbas helbesta kurdî bûye, û Xanî jî di Mem û Zîna xwe de xebitandiye.

Rexnegirê me, di pey vê gavê re, li ba peyv û pirsan radiweste, û weha diçe, ku divê peyvên helbestê şayik û nazdar bin, hogirî hev bin, û li wate û ramanan bibanin, ji ber ku wê hîngê dikarin akameke xurtir û kûrtir li xwendevanan bikin. Lê eger ev boҫûn ji bo helbesta kevneşp rast be, ez bawer nakim dê li gel helbesta nûjen were pejirandin.    

Rexnegir D. Evdil-Fetah ne tenê li ba helbesta kilasîk, ku her malikeke wê du birr hene, radiweste, belê hewl dide, da celebekî helbestî ye din di wêjeya kurdî de nîşan bike, û wî bi  (celebê serbest î kêşesaz ) dinavîne, û ji celebê kevneşop cuda dike, ji ber ku helbesta bi vî awayî tê hûnandin guh nade hejmara pêlikan, carina birrek bi pêlikekê tê, û yê din bi du, sê, an jî bi pir pêlikan tê, her weha her birrek ji helbesta vî celebî dikeve şûna malikeke helbesta kevneşop, û yekîtî û xweseriya malikê bi paş pişta xwe de davêje, û bi ser de jî ev cûreyê helbestê dikare rêzbenda xwe biguhêre; ango xwe bi yek rêzbendê girênede.

Bi kurtahî, ew dibêje ku helbesta evî celebê serbest ê kêşesaz “taybetiya helbesta kevneşop û ya helbesta serbest di rêxistina xwe de civandine. Pergala kît û pêlikên pêlawazan ji helbesta kevneşop girtiye, û ji helbesta serbest î bêkêş, azadiya helbesvan ji bendên hijmara pêlikan û girêdana rêzbendan biriye” .

Rexnegir ji bo ku nerîna xwe bi xwendevanan bide pejirandin, du nimûneyan ji vî cureyê helbestê vidiçirîne; nimûneyekî ji ber Evdirrihmanê Mizûrî werdigire, û yê din jî helbesteke xwe ye. Piştî ku ew nimûneya E. Mizûrî vediçirîne, dibêje Ev cureyê li ber me li ser kêşa pêlawazeke xurû hatiye, pêlikên evê pêlawazê yek celeb in. Her pêlikek bi (4) kîtan ava bûye: (//-/). Lê gava mirov bi pey vê kêşê de dihere, bingeha wê vedikole, ewê li ba urûda erebî dibîne, ku pêlawaza wê pêlawaza Esserîi e ( lezok ), ku pêlika  wê ( mustef-îlun )e, û kîtên wê pêlikê jî (4 ) in ( / / - / ). Her weha, piştî veçirandina kêşa nimûneyê din, ku ew jî helbesteke rexnegirê me ye, ew dibêje ku “ pêlikên evê pêlawazê yek celeb in, her pêlikek bi evê rêxistina kîtan ava bûye(/ -  / / ). Lê bi baweriya me ev kêş jî vedigere ba urûda erebî, û li ba pêlawaza Erremel, ku pêlikên wê ev in ( Faîlatun Faîlatun Faîlun ) bi cih dibe, ji ber ku kîtên pêlikên vê pêlawaza Erremel jî (4) in; (yek dirêj + yek kurt + 2 dirêj). Ev pêlik di her birrekî helbesta erebî de du caran dubare dibe,û di pey re jî pêlikeke kurt tê ew jî (Faîlun / - /) e, lê gava helbestvanê Ereb helbesta xwe ya serbest a kêşesaz li gorî kêşa vê pêlawazê dirêse, hîngê pêlika (Faîlatun /  - /  / ) vedibjêre, û pirê caran pêlika ( Faîlun / - / / ) jê davêje.

Helbestvanên Ereb, yên hemdem, bi bandora çanda rojavayê pê hay bûn, ku pêdiviyên kêşa kevneşop kend û bendan didin pêş derbirîna hestan, ji ber ku hest her tim bi awayekî namînin, belê ew kurt û dirêj dibin, sert û nerm dibin, hêdî û lezok dibin; ango peveka helbestî û ya hestewerî, li gor pêdiviyên kêşa kevneşop, nikarin li hevdu bibanin, vê lomê ewana ev cureyê helbestê di salên çelî yên sedsala bîstem de afirandin, da çareyekê ji vê yeyê re bibînin. Lê nemêldarên vî cureyê helbestê heya îro jî di nav rexnegirên Ereban de pirr in.

Bi baweriya me, bandora helbesta erebî, di vê xalê de, li ser rexnegirê me D. Evdil-Fetah, gelekî hêzdar e, ewî ev cûreyê kêşê ji ber wê helbestê wergirtiye, û xwastiye şûnekê ji wê re di wêjeya me de jî çêke, vê lomê ew bi xwe jî dibêje “Helbestvanên Kurdan, yên ku bi evî celebê helbestan, hest û ramanên xwe berçav kirine, gelekî hindikin” . 

Rexnevanê me, ji vê pê ve, li ba helbesta serbest a bêkêş radiweste, Berî pêşî sedemên jidayikbûna evî celebê helbestê diyar dike, ku pergal û nîrên sedsala bîstem pirr girêkî ne, “bi pêlan girêkên jiyanê li pêş me kom dibin. Gelek aloziyên siyasî, abûrî, civakî û zanistî di serê helbesvanê me yî hemdemî de digerin. Helbesta kevneşop jî neşêt di bin barê wan aloziyan de rabe..Neşêt kela dilê helbestvanê me hênik bike, hest û ramanên wî, bi tevayî, berçav bike . Lê nabêje ҫima ew cûreyê helbesta kevneşop nikare van tiştan biderbirîne, bi ser de ji bîra dike, ku gelek destanên kurdî ji zû de bi vî awayê bê kêş hatine hûnadin, û wekheviya herdu pevekên helbestî û hestewerî qisaweta wan bû ye, wek nimûne bala xwe bidin awaza destana Memê Alan.

Dêmek ev cûreyê helbestê, ku jê re helbesta pexşane jî tê gotin, her hewl dide, ku li gel jiyanê û birêveçûna wê gavên xwe bavêje. Jiyan bi hemî war û rengdêrên xwe ve hatiye guhertin, ramanên îro hatine guhertin, çêja îro hatiye guhertin, lewre jî divê helbest awayên derbirînê biguhêre, da li gel jiyanê bi rêve biçe. Me jî tiliya xwe di gotara ( Helbest û civak )de, ku me berê çêla wê kiribû, dabû ser vê xalê. 

Lê, em vê boçûnê çiqas dubare bikin jî, helbest dê her helbest bimîne, û pexşan jî dê her pexşan bimîne. Ev yeka li pêş rexnegirê me D. Evdil-Fetah jî sayî xuya ye, vê lomê ew hewl dide, da ewî sînorê teng û tenik, ku di navbera pexşanê û helbesta pexşane de heye, zelal bide xuyakirin, lewre ew jî li kêlek rexnegirên helbestê dimîne, û weha diçe, ku helbest ne tenê malik û kêş û rêzbend e, bicihanîna evan hêmanan di nivîsînê de nikare wê nivîsînê bixe warê helbestê, nirxê helbestê ne ji van tiştan tê, belê nirxê wê li gor boçûna wî ji “hestên rastgoû ramanên kûr û nûjen têt, ji peyv û pirsên hogir û şêrîn têt”, helbest ew e, ku bikare wê “hêza di bîra xwendevan de rawestiyayî ye, hişyar bike, peyam û armanca helbestê heye. Ev peyam agahkirin û hişyarkirina hest û ramanên xwendevanan e”.

Helbest, li gor evê boçûna rexnegirê me, divê  alavên derbirênê biguhêre, divê ew alavan “li gora naveroka wê bin”. 

Dûmahîk heye

..............................................

( 1)  D. Evdil-Fetah : Nêrîneke rexneyî li helbesta kurdî, çapa yekem, çapxana Dar El-katib El-erebî, Şam 1992,  rû 54.

(2 )  Heman Jêder, rû : 85.

( 3)  Heman jêder, rû : 85-87.

( 4)   Heman Jêder, rû : 119.

( 5)  HemanJêder, rû : 119.

( 6)  Heman jêder, rû : 134.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات