Hate ragihandin, ku piştî hin pevçûnan dijî çekdarên DAIŞê, şervanên Encûmena Minbicê yê Leşkerî karîbûn hejmarek gundên din li başûrê bajêr rizgar bikin.
Jêderên meydanî ragihandin, ku şervanên Encûmenê gundên Şaş Hemdan, Cedîdê Foqanî, Resm El Mistaha ligel 5 gundên din li başûrê Minbicê rizgar kirin û di pêvajoyê de hejmarek çeteyên DAIŞê kuştin.
Hêjayî bibîxistinê ye, ku beriya 2 rojan Encûmenê bidawîhatina operasyona leşkerî li gundewarê bakur ê Minbicê ragihandibû, û operasyon li başûr hêj didime.
التعليقات (0)