Encûmena Cerablusê ya leşkerî hişyariyê dide Tirkiyê

Encûmena Cerablusê ya leşkerî hişyariyê dide Tirkiyê
Fermandariya giştî ya Encûmena Cerablusê ya leşkerî bi daxuyaniyekê kiryarên hikûmeta Tirkî yên dijminatî di hundirê xaka Sûrî de şermezar kir û hişyarî da wê, da wan kiryaran dubare neke.

Di daxuyaniyê de hat ku, desthilata Tirkî destêwerdanekê di hundirê Sûriyê de li ser sînor dike, bitaybetî li herêma Cerablusê, û dê encûmena bajêr a leşkerî destgirêdayî nemîne, û dê parastina welatiyên wê herêmê bike, li gorî yasayên navwelatî.

Heman daxuyanî amaje kir ku, Tirkiyê hejmarên mezin ji çeteyan derbasî xaka Sûrî dike, gelek ji wan çeteyên rêxistina DAIŞê ne, bi rêya xalên sînorî û armanca wê ji wan kiryran ku aramiyê li Cerablusê û derdora wê têk bibe.

Daxuyaniya Encûmena Cerablusê ji Amerîka û Hevpeymana Navwelatî daxwaz kir da fişarê li Tirkiyê bikin û êdî destêwerdana xwe rawestîne, da Sûriyê û Tirkiyê ligel hev weke cîranan bijîn û rêzgirtinê ji hev re bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de, encûmen tekez kir ku, ew ê berevaniyê di ber xaka xwe de li hemberî kiryarên dewleta Tirk bikin, da sînorekê ji binpêkirinên artêşa Tirkî re deynin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات