Bi Elî Yeldirim di kongireyekî rojnemevanî de behsa şerê ku li bajarê Hesekê yê ku di navbera rêjîm û hêzên Kurdî de diqewimin kir û wiha ji rojnemevanan re got: Xuyaye Şamê fêm kir bê Kurd gefan û metrsiyê li xaka Sûriyê dikin, û gereka Şamê beriya niha ew yek nasbikra.
Serokwezîrê Tirkiyê amaje kir ku şervanên Kurd dixwazin Kobaniyê bi Efrînê ve girêdin û bi vê yekê dê PYDê herêmekê li Bakurê Sûriyê ava bike û xaka Sûriyê veqetîne û wiha dê gefê li Şamê û Enqerayê jî bikin.
Yeldirim behsa Beşar El-Esed jî kir û got ku ew û rêjîma xwe sedema pirsgirêk û bobelata Sûriyê ne û wiha anî ziman: Me xwest an na Beşar El-Esed beşek ji tişta ku li Sûriyê rû dide û dive danûstandin di asta veguhestî re bêre bê kirin da çareseriyek ji kirîza wî welatî re bê danîn lê tenê di 6 mehên pêşî de di wê astê de.
Guhertina ku di helwesta serokomarê Tirkiyê û serokwezîrê wî de çê bû pitş wê daxuyaniya artêşa Rêjîmê ku Asayiş û YPGê weke baskekî PKKê.
التعليقات (0)