Di hevpeyvîneke çapemenî de, Xelîl diyar kir ku, dibe lihevkirineke Tirkî ligel rêjîmê derbarê şerê Hesekê de hebe, jiber Rêveberî baş dizane ku, rêjîm ji serkeftina şervanên demokratîk li Minbicê ne razî bû, û ditirse ew serkeftin li devera Babê jî çê bibe û Kobanî ta bi Efrînê bibine yek parçe, û ev yek Tirkiyê jî ditirsîne.
Libarê binçavkirina endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) ji hêla Asayîşê ve, serkirdeyê TEV-DEMê amaje kir ku, dema mîlîşyeyên berevaniya niştimanî yên rêjîmê daxuyaniya şermezarkirina binçavkirinê der dixîne, ev tê wateya ku, ew kesên binçavkirî ji wan re gerek in, herweha tekez kir ku, endamên hatin girtin metirsiyekê li ser ewlehî û aramiyê li Rojava çê dikin çimkî ew bi layanên dijmin ji Rêveberiyê re hevkariyê dikin.
Aldar Xelîl derbasbûna Pêşmergeyên Rojava dîsa red kir û got ku, navenda piştgiriya darayî ji wan re ne Kurdî ye, lê belê Tirkî ye, herweha saloxgêrên Tirk Pêşmergeyan rahênan dikin û ew wan saloxgêran baş nas dikin, û dîsa Pêşmergeyên Rojava weke çeteyan bi nav kir û got ku, ew tenê bo pereyan şer dikin û ew ji navê Pêşmerge yên giranbuha dûr in.
Di dawiya hevpeyvînê de, Xelîl tekez kir ku, rêjîma Sûrî di şerê Hesekê de peyamekê ji Tirkiyê re dişîne ku ew dijberiya Rêveberiya Xweser dike da Enqera nema piştgiriya rikberiya Sûrî bike û rê ji vegera peywendiyên herdu welatan re vebe.
التعليقات (0)