Şervanên Minbicê 6 gundên nû li başûrê bajêr rizgar dikin

Şervanên Minbicê 6 gundên nû li başûrê bajêr rizgar dikin
Şervanên encûmena Minbicê ya leşkerî yên di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) de îro Yekşemê 6 gundên nû li gundewarê başûrê bajêr ji destê rêxistina DAIŞê rizgar kirin û wan xistin bin kontrola xwe de.

Jêderekî ji HSDê ragihand ku, gundên Hîza, Kedro, Romane, Şêx Ibêd, Mistaha û Cib Mihemed ketin bin kontrola şervanên wan de piştî pevçûnan ligel DAIŞê, di wan pevçûnan de hejmarek ji çekdarên rêxistinê hatin kuştin.

Heman jêderî diyar kir ku, ta niha bêhtirî 15 gund li başûrê Minbicê di destê şervanên encûmenê de ne, piştî ku HSDê bajêr û gundewarê wî radestî encûmena leşkerî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, encûmena Minbicê ya leşkerî doh Şemiyê bi daxuyaniyekê bidawîkirina operasyonên rizgarkirinê li gundewarê bakurê bajêr ragihand, û li ser berdewamiya şer li başûr ta paqijkirina wî ji çeteyên DAIŞê bitevahî tekez kir.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات