Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd dibin Qurbaiyên nakokiyên partiyan

Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd dibin Qurbaiyên nakokiyên partiyan
Ji sala 1993 yan ve Herêma Kurdistanê  Azad û serbixwe bûye, lê tiştê balkêş  ji wê caxê û ta sala 2016an, ew nakokiyên ramanî û rewşenbîrî, ku hebûn bêhtir di civaka kurdî de  xwe dan eşkerekirin, bi taybet di nav Kurdên Soran û Behdînan de, çimku herdû civak Rola zanistî û rewşenbîrî di navbera wan de ne wek hev bû. Wilo van nakokyan tade li civaka Kurdî bi gihiştî kir, ji bo wilo jî nîviskarên Kurd di nav wan nakokyan de belawela man û nîvîsandinên wî bi zimanê dayikî qels diman, lê bi zimanê Erebî û hin zimanên din xurt û zîrek dibûn , û ji ber ku partî li nivîskaran bi xwedî  der nekrtin û  nebûn alîkar, ku karibin xwe di warê aborî de xwedî bikin, piraniya wan berê xwe dane malperên ereban û bi zimanê erebî  dinîvîsandin, tevî ku pênûsa xwe dixistin bin maf û netewa xwe ya kurdî de û ramanên xwe divî warî de belav dikirin.

Tê xuykirin, ku tevgera kurdî ta niha ne xwedî Ramaneke gihîştî û taybet e, tevî ku partyên Kurdî pir in jî , lê serokên van partiyan ne di wê asta, ku barê welat û milet hilgirin, û ev jî sedemeke girîng e ku tevgera kurdî li nivîskar û rewşenbîrên xwe xwedî derneket, çimku hemû sekretêrên partyên kurdî  ne zanist û rewşenbîr bûn û li xwendevanên xwe bi xwedî der neketin, û ji dêvla ku bi wan re alîkar bin, ew jibo berjewendiyên  xwe yên partî û kesane li dijî wan derdiketin û ew hembêz ne dikirin, ji bo vê yekê gelek nîvîskarên Kurdan xwe avêtin hembêza zimanê Erebî û dûrî fêrbûna ziman xwenî dayikî ketin.

  

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات