Li gundewarê Minbicê û di berdewamiya operasyona Fêsel bavê Leyla de ,şervanên Hêzên Sûriya demoqratîk 14 gund ji DAIŞê paqij kirin û 59 çete jî kuştin.
Jêderên leşkerî ji gundewarê Minbicê ragihandin ku di asta dûyemîn de ji operasyona rizgar kirina gundewarê bajêr de, şervanên Minbicê gundên Um El-Risa Tehtanî ,Qîrata ,Catê ,Toxar ,Toxara Mezin, Dadat ,Heloncî û Ereb Hesen Kebîr ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin.
Heman jêderan dane zanîn ku di encama şer de 59 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê 8 çekdaran jî ketin bn destên şervanên Minbicê de, herwiha hejmareke mezin ji çek û cebelxaneyên DAIŞê desteser kirin.
Ji aliyê xwe ve rêxistina terorist xwest di riya 4 tirembêlên mayinkirî de êrîşî bargehên şervanên Minbicê bike ,lê berî ku bighêjin armanca xwe hatin teqandin.
التعليقات (0)